|
|||||||
|
|
|
|||||
|
|
|||||||
| ||||
|
|
Bamernê Di kavîte bin Çiyayê Metîna beramber Çiyayê Garey Ji Roj helatî Gundê Eredina u Roj avayê wê Gundê Zêwa Şêx Pîramîsiye Her Wesa li Sala 2000ê ya boye Nawçe u Nêzîkî (30) Gunda Pêve digrêdayne 1. Xelkê Bamernê Tiştê aşkira ewe ku her ji kevinda xelkê Bamernê, mîna xelkê her gundekê dî, Pêgîrî bi yasa û rewişt û tîtalên binemal û hoziyên xo kiriye. Ji ber ku Bamernê warekê stiratîjî, ciwn, sirinc kêş û cihê jînê û jiyarê ye, û di kevîte ser tuxîbê pêgehiştina çend hozên deverê û dewletên dewr û ber. Zêdebarî ku cihekê bi xêr û bêre bo çandinê û xwedankirina terş û giyaneweran. Ev sexletên henê bûne egereka bi taîbet ku xelkek ji gelek ciha berê xwe bdenê û lê akincî bi bin. Nexasime di sed saliya bîstanda, li wî demî Bamernê bi bo senterekê (melbendek) bazirganî, rewşenbêrî, siyasî û aînî li deverê û bê goman tekya Neqşebendî jî li Bamernê rolekê giring di biyavên henê da gêra ye. Ji ber hindê di bînîn ku cidahiyeka aşkira di navbera civakê Bamernê û gundên dewr û ber da heye, ewjî ewe ku bahra pêtir ji civakê gundên deverê pêkhatîne ji çend binemalan ku ser bi hozekêvene , yan jî ser bi bavekê hoza serekîvene. Lê civakê Bamernê ji ber egerên berî nûke me xweyakiriye ji çarçovê henê derkeftiye û çendîn bav (rihên) ji hozên deverê bi xweve girtîne
|